TİŞRÎN – Roja şeşemîn ya çalakîya nobedê li Bendava Tişrînê bi vînek mezin berdewam dike. Gelê ku li bendavê di nav berxwedanîyê de ne nêrînên xwe ya rewşa bendavê anîn ser ziman. Yek nobedarên bendavê ciwanê Ereb welatîya Tiltemir Mihemmed, ya welatîya Dirbêsîyê Sirana Dibareş û ya welatîya Tiltemir Îbrahîm Elî bangawazîya ciwanan kirin.
Yek çalakgerên li bendavê ya ciwanê ereb welatîya Tiltemir Mihemmed destnîşan kir ku ji bo parastina ax û rûmeta xwe li bendavê ne û got ” Ji ber em xwedî axê ne em xwedî maf in. Îro em li seddê amade ne. Erdoxan bi berdewamî heremê me bobebaran dike. Êrîş dike ji bo em bitirisin le em natirsin. Em ji bo parastina heremên xwe nobeda xwe berdewam bikin. Ji ber Sedda Tiṣrînê ew demarê esasî ye ji bo hemû gele heremê ye”
Berdewamîya axaftina xwe de dîyar kir ku îro li vir amade ne ji bo morala hezên leṣkerî bilind bikin û ji bo morala gelê ku li vir amade ye bilind bikin. Di dawîyê de got ”Tirs nîne, em li vir in ji bo em ve heremê biparêzin. Ez bangî hemû ciwanên heremê dikim ku tevlî nava refên Hêzên Sûrîyê Demokratîk bibin. Ji ber hêzên me şeref û rûmeta me ne. ”
Çalakgerên nobetê ya welatîya Dirbêsîyê Sirana Dibareş jî da xuya kirin ku bendav şeref û namusa wan e û got ”Em hatin piştgirîya QSD bikin. Heger bendav çû em giş çûn. Hevalê me yê ciwan bila werin şer bikin, ger şer nekin jî bila werin ser axa xwe bisekinin.
Welatîya Tiltemir Îbrahîm Elî jî ji ajansê me re axivî û got ”İro Sedda Tişrînê di destê me de ye. Ya ku dibejîn çete ketine, ev gotinên vala ne. Em li vê derê ne. Hêza ku di Sûrîyê de herî sereke ye, hêza ku DAİŞ şikênand li vê derê ye. Em mecal nadin ya ku dixwazin axa me dagir bikin. ”
Di dawîya axaftina xwe de dîyar kir ku bila hemû ciwan berê xwe bidin şerê hebûn û tunebûnê û got ”Kurdê Bakur, Kurdê Başur divê ew jî li ser pîya bin, sînor bigrin, herîn parlemento, li Tirkîyê û li her derê dengê bigihênîn dinya giştî ku çi li vir çêdibe.”