TİŞRÎN – Gelê Kantona Cizîrê ku di nava hemû bombebaranan de ev 2 roj in bi moralek mezin erka xwe ya nobedê didomînin, xwe amade dikin ku nobedê radestî gelê Kantonên Tebka, Reqa û Dêrezorê bikin.
Welatiyên ku roja Şemiyê li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên paramîlîter ji bajarên Kantona Cizîrê ber bi Tebqa ve bi rê ketin, berxwedana gelê Kantona Firatê ku 4 rojan nobedê girtibûn didome.
Komên ku ji kantonên Tebqa, Reqa û Dêrezorê dest bi nobetê kirin piştî derbasî li bendava Tişrînê bûn.