MERSÎN – Girtina Hevşaredarên navçeya Akdenîz a Mersînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Orûç û Hîkmet Bakirhan, her wiha desteserkirina şaredariyê hate şermezarkirin.
Çalakî li Parka Ozgur Çocûk hate lidarxistin û parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên CHP, TÎP, EMEP, rêxistinên civakî yên demokratîk û gelek kes tevlî bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Rejîma qeyûm darbeya li dijî îradeya gel e” hate hildan û dirûşma “Qeyûm darbe ye, Na ji darbeyê re” hatin qîrîn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Mersînê Bedriye Kûş axivî û got: “Hevalên me bi hincetên bêhiqûqî hatin girtin. Em vê biryara bêhiqûqî ti carî nas nakin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Parlamentera Mersînê ya DEM Partiyê Perîhan Koca anî ziman ku qeyûm ne rewa ey û got, “Em rewa ne. Em ê bi ser bikevin. Berxwedana me wê heta dawiyê dewam bike.”
Piştî axaftinan girseya gel ber bi şaredariyê ve meşiya.