REQA – Li Reqa Xwedekarên ya Zaningeha Şerq bi tevlîbûna dehan ciwanan civînek li dar xistin. Di civînê de mijarên rejîma nû ya Sûrîyê, encamên guhertina Sûrîyê, dij şoreş çî ye û çawa pêk tê, nirxandina pêvajoya sîyasî û nirxandina rewşa Sûrîyê hatin dest girtin.
Civîn bi deqqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Dûre di civînê de mijarên sereke bi ciwanan re hat parvekirin.
Di civînê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer destnîşan kir ku guhertina Sûrîyê ku wek şoreş tê pênasekirin xapandin e, şoreş bi tevlîbûna gel çêdibe û rewşa Sûrîyê wê xirabtir bibe. Dûrê got ”Şoreş felsefekî xwe heye. Lê felsefeya wan felsefeya Selefî ya ne. Huquqa Kurd tê de tune, huquqa Elewîyan tê de tune. Ger em vê pratîkê ku em behsa wê dikin fêm nekin, siyatên rojane ku derdikevin pêş jî em fêm nakin.”
Piştî xelasbûna axaftina Hesen Koçer ciwan bi kelecanî û moral civînê bi diruşmeyên ”Bijî Berxwedana QSD” bi dawî kirin.