TİŞRÎN – Gelê Kantona Cizîrê ku di nava hemû bombebaranan de ev 2 roj in bi moralek mezin erka xwe ya nobedê domandin, nobedê dewra gelê Kantonên Tebka, Reqa û Dêrezorê kirin. Di dewr kirina nobedê de daxuyanîyek hat dayîn.
Komên ku ji kantonên Tebqa, Reqa û Dêrezorê derbasî li bendava Tişrînê bûn û dest bi nobetê kirin. Berîya ku koma Kantona Cizîrê derkeve alî gelê Kantonên Tebka, Reqa û Dêrezorê ve daxuyanîyek hat dayîn.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku wek gelê Kantona Cizîrê ji bo parastina milletê xwe, ji bo parastina axa xwe tevlî çalakîyê bûn. Û gotin ”Em berxwedanîya gelê Kantona Cizîrê silav dikin ku sê roj e nobedê didomînin. Em êdî nobeda xwe dewrê miletê Kantona Fıratê dikin. Em hemû cîhanê re dibêjin ku em miletekî aştîyane ne , miletekî berxweder in, em ê li ser pîya bin. Emê heya dawî li pey hêza xwe ne. Em heya dawî li pey QSD ne.”
Daxuyanî bi durişmeyên ”Bijî Berxwedana QSD” bi dawî bû.