MERSÎN – Protestoyên li dijî tayînkirina qeyûmên li ser şaredariyê Akdenîzê li kolanan belav bûn.
Nerazîbûnên li dijî girtina Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û tayînkirina qeyûman li şûna wan zêde dibin. Li Taxa Yenîpazarê bi sedan ciwanên taxa Yenîpazarê bi molotof û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Ciwanan bi qîrîna sirûd û dirûşmeyên berxwedanê li kolanên kêlekê çalakiya xwe dirêj kirin.