KOBANÊ – Bi destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî bajarê Kobanê, pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê re, şênî xwedî li bangên seferberiyê yên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derketin. Hinekan çek rakir û berê xwe da eniyên şer, hinekan xwe di tax û gundan de ji bo parastinê xwe bi rêxistin kir û hinekan jî ji bo şervanên li eniyên şer xwarinê çêdikin.
Şêniyên gundê Pîr Mamo a girêdayê bajarê Kobanê ji bo çêkirina xwarinê û şandina ji şervanên eniyên şer re, li malekê civiyan.