KOBANÊ – Îro li bajarê Kobanê firoşgehê şîraniyê “Dîndar” ji bo bilindkirina moralê şervanên Hêzên Sûriyê Demokratîk û nîşandana piştgiriya xwe, sandokên şîranî ji enîyên şer ên Başûr û Rojhilatê Minbicê re şand.
37 roj in ku şervanên QSD di enîyên şer ên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê berxwedanekî bê hempa didin meşandin li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî jî gelê Kobanê gund bi gund xwe bi rêxistin kir ji bo pişgiriya QSD.