MÊRSÎN – Yekîneyên YCWK’ê yên Mêrsîn/Akdenîzê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku li navçeya Akdenîz a Mêrsînê bi boneya hewldanên dagirkeriyê yên li dijî vîna gel û berxwedana dîrokî ya li Rojava çalakiyek li dar xistin.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
Çalakiyên yekîneyên me yên YCWK’ê yên Mêrsîn/Akdenîzê!
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” hêzên me êvara 13’ê Çileyê li navçeya Akdenîz a Mêrsînê li dijî dagirkeran çalakî li dar xistin. Di dema çalakiyê de yekîneyên me bi molotof û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan. Ev çalakî ji bo destekkirina îradeya gel a li Derya Spî û berxwedana dîrokî ya li Rojava hatin lidarxistin.