TİŞRÎN – Êrîşen dewleta Tirk û çeteyên wê yên di bin kontrola wê de li ser Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bênavber tê domandin. Lê kêleka van êrîşan gelê heremê jî berxwedanîyek bêhempa dimeşîne. Li bendavê çi diqewime, û derveyî bendavê pewiste gel û ciwan çawa tevbigerin Hunermend Aycan Kobanê û jina ciwan Vîyan Mihemed qal kirin.
Tevlîbûyîna seferberîyê ya gel li taxên xwe de sînordar nîne helbet. Ji bo şervanên ku di çeperan de şer dikin, li her derê gel ketîyê nav tevgerê. Û niha vê tevgerê re ya ku pêşengtî dike berxwedanîya Bendava Tişrînê ye.
Hunermend Aycan Kobanê ku bi rojane li bendavê ye û bi stranên xwe yên şoreşgerî hêz û moral dide gel ji ajansa me re axivî. Hunermend Aycan Kobanê da xuya kirin ku bendavekî ku debara însana pê tê kirin pêwistîya wê bi parastinê heye û got ”Ez wek hunermendekî dixwazim peyama xwe bi saya bername wê bigihêjînim tevahî cîhanê, ji bo gelên vê derê ji bo gelê ku bûne mertalên zindî hunermend bila werin xwe îspat bikin çiqas bi axa xwe vê girêdayîn. Ji bo van dayîkan hêja ye ku mîrov dikare sibê heya êvarê stranan bêje. Ev rojên dîrokî ne û dest herkesê nakeve. Hêvîdar im Hunermend werin û bêşdar bibin.”
Yek çalakgerên nobedê Viyan Mihemed jî dîyar kir ku ji bo hêz dayîn û pişt dayîna miletê xwe di berxwedanîya bendavê de cîh digrin û got ”Ne tenê netewa Kurd li vê derê ye, Kurd û Ereb em tev li vê derê ne. Hêza me xurt ê, heya dawî jî em ê li vê derê bin.”