TIŞRÎN – Şêniyên Reqa û Tebqa yên ku duh hatin Bendava Tişrînê, îro di roja 7’emîn a nobedê gel ji bo parastina bendavê û pişgiriya Hêzên Sûriyê Demokratîk dewr digirin.
Leyla El-Abed û Fatma Xelîl ê ku beşdarî nobedê dibin axivîn û pişgiriya xwe ji Hêzên Sûriyê Demokratîk re li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nîşan dan. Her wiha, destnîşan kirin ku çiqasî dewleta Tirk a dagirker êrîşê herêmê bike, ewê teslîm nebin û di berxwendanê de israr bikin.