QAMIŞLO – Jinên Ciwanên Qamişlo ji bo hemû êrîşên dagirkerîyê ku li ser axa wan de tê peşxistin re xwe amadeya şerê gelê şoreşgerî dikin.
Jinên Ciwanên Qamişlo bi navê ‘Yek hedef – Yek mermî’ çalakîya fêrbûna sîlah lidarxistin. Ji bo hazirtîya şer, perwerdeyê silahê ditîn û çûn pratîka atişan kirin. Di destpêkê de li ser girîngiya xweparastin û rewşa pevajoyê semîner hat dayîn. Piştî vê jî jinên ciwan ferî parçeyên silahê, vêkirin û girtinê silahê bûn. Piştrê yek yek jinên ciwan derketin û ateş kirin. Bi coş û moralekê mezin Jinên Ciwan rojê xwe di nava perwerdeya askerî de derbas kirin. Bi govend û stranan perwerde bi dawî bû.
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo tax tax xwe rêxistin dikin ji bo welatê xwe biparêzin. Li gorî stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî hemû beşên civakê tevlî şer dibin. Herkes di nava şer de erkekê digire li ser milên xwe. Jinên ciwan dîyar kirin ku erkê ku dikeve li ser milê jinên ciwan di destpêkê de aktif tevlî parastina welat bûyîn e û silah rakirin e; Ji ber vê jî giringe ku hemû jinên ciwan di nava tîm û tabûrên şer xwe rêxistin bikin.