QAMIŞLO – Jinên Ciwanên Qamişlo di nav bajar de, şervanên jin ku di çeperan de şer dikin li ser diwarên Qamişlo de hatin resimandin.
Jinên Ciwanên Qamişlo bi navê ‘Em hemû YPJ ne’ li ser diwarên Qamişlo de wêneyên şervanên YPJ xêz kirin.
Diwarên Qamişlo bi ala kesk û sor û zer a YPJ hatin xemlandin. Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo dest bi resiman li ser diwar kirin. Bi resimên şervanên YPJ dixwazin bal bikişînin li ser berxwedana bêhempa ya şervanên jin ku niha li pira Qereqozaxê û bendava Tişrînê tê meşandin. Ji bo vê di hemû kolanên bajar de dixwazin resimên YPJ xêz bikin. Resima despêkê li pêşiya diwara Medinê Şebab hat çekirin. Li ser resimê şervanekê YPJ û ala YPJ xuya dike. Di bin de silogana ‘’Em hemû YPJ ne’’ hatiye nivisandin.
Di seatên êvarê de jinên ciwan kom bûn û bi hev re resimê xwe xêz kirin.
Li gorî planzasiya Jinên Ciwan wê di gelek cihan de resim li ser diwar çebikin.