MÊRSÎN – Protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê di roja 5’emîn de li taxên Yenîpazar û Demîrtaşê dewam kirin. Gelek kesên ku parlementerên DEM Partiyê Perîhan Koca, Mehmet Zekî Îrmez û George Koca, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê jî di nav de xwestin serdana esnafan bikin û çalakiya rûniştinê li dar bixin. Pêşiya gel bi îdiaya “Xwepêşandan li dijî qanûna meşê ye” ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.
Ciwanên ku li Taxa Yenîpazarê agir pêxistin, bersiv dan êrîşa polîsan. Li hemberî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid a bi molotofkokteylan, fîşekên hewayî û keviran, ciwanan timî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Berxwedana ciwanan didome.