NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên HTŞ’ê îro taxa Zorava ku piraniya şêniyên wê Kurd in, dorpêç kirin û piştre jî bi ser gelek malan de girtin.
Hat ragihandin ku, hêzên HTŞ’ê destpêkê li derdorê gule reşandine, piştre jî bi ser malan de girtine û mal hatine talankirin û heqaret li endamên malbatan hatiye kirin. 100 şêniyên taxê hatine girtin.
Piştî serdagirtinan hêzên êrişkar ji taxê vekişiyane, lê rewşa aloz hîn didome.
Taxa Zorava ya Şamê, piranî ji Kurdan pêk tê. Dema ku rejîma Baas di sala 1963’yan de plana ‘Kemera Erebî’ da destpêkirin, sed hezaran Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bi darê zorê dan koçberkirin. Beşek ji wan Kurdên hatine koçberkirin jî, li taxa Zorava bicîh bûn.