TIŞRÎN – Saet 2 û 30 deqa heya saet 2 û 55 deqa dewleta Tirk a dagirker ji bo astengkirina hatina konvoya gelê Kobanê, bê navber bi balafirên şer rêyê ku diçe Bendava Tişrînê bombebaran kir. Rûxmê wê gel di çûyîna li ser Bendava Tişrînê de israr kir û saet 2 û 55 deqa gihêşt bendavê.