NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara “Yurtsever Gençlik” (Kovara Ciwanên Welatparêz) ya meha Çile-Sibatê bi zimanê tirkî û kurdî derket. Di vê hejmara nû ya kovarê de nivîs û naverokên cûrbecûr benda xwendevanên xwe ye.
Di vê hejmara kovarê de perspektîfa Rêber APO ser Komploya Navnetewî heye. Di kovarê de perspektifên têkîldarî ciwan û jinên ciwan cih digirin.
Di beşa Şervanên Heqîqetê ji bo têgihîştina rastiya şehîdan bi kurdî û tirkî nivîsên curbecur hatin amadekirin.
Wekî din, di beşên Paradîgma û Dosyayê de nivîsên cihêreng hene.
Gotara bi navê “Apê Aram” di beşa Çand û Hunerê de cih digire. Di beşa Ji Edîtorê de jî “Gelo Tû Dizanî”, Belgefîlm û Danasîna Pirtûkan û bîlançoya çalakiya du mehan a YCWK’ê cih digire.