REQA – Li bajarê Reqayê daxuyaniyekî ji aliyê Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweseriay Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê hat kirin ku divê mafê hemû gelên Sûriyê were parastin, mafê jin û ciwanan werin parastin û jin cihê xwe di hikûmeta nû de cih bigirin.
Her wiha ev xal hatin diyar kirin:
• Divê koçber bi awayeke ewle vegerin cih û warên xwe
• Divê hemû pêkhateyên Sûriyê di Kongra Nîştîmanî de amade bin
• Divê îradeya jinan ji sedî 50 di Kongreya Nîştîmanî de hebe
• Divê mafê ciwanan di Sûriya nû de were mîsoger kirin
• Divê komîteyeke amadekar a dîyaloga nîştîmanî xîtabî herkesî bike bê avakirin””
• Rêveberiya Xweser amade ye beşdarî diyalog û avakirina sûriya nû bibe