NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrîşên hewayî li Bendava Tişrînê pêkanî. Derdora saet 2 û 45 deqa balafirên dewleta Tirk êrîşên li ser konvoya gel a Kobanê kirin û di encamê de welatiyek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn. Rûxmê wê konvoya Kobanê gihêşt bendavê û tevlî çalakiya nobedê bû.
Her wiha, derdora saet 4 û 50 deqa dewleta Tirk êrîşê cihê nobedê gel kir. Di encamê êrîşê de 3 welatiyan şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.