NAVENDA NÛÇEYAN – Nasnameyên kesên di konvoya ku hewl dida xwe bigihîne Tişrînê şehîd bibûn, hatin eşkerekirin. Dewleta Tirk a dagirker îro li dijî welatiyên ku ji bo parastina bendavê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer li Bendava Tişrînê nobedê digirin komkujiyek pêk anî, di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 19 jî birîndar bûn.
Şehîd û birîndar rakirin nexweşxaneyên Tebqa, Reqa û Kobanê.
Nûçegihanên me yên li kantona Tebqa û bajarê Kobanê navên 3 şehîdan û gelek birîndarên gihîştine nexweşxaneyên Kobanê û kantona Tebqa belge kirin.
Navên şehîdan wiha ne: Omer Hisên Derwêş, Osman Mustefa Îbrahîm û Basim Omer.
Navên birîndaran jî wiha ne: Îlham Xelîl Derwêş (36), Dîlan Murad Xelîl (21), Edle Mustefa Mihemed Elî (24), Azad Idrîs, Yasir Hemîd, Mazlûm Hemo (30), Meryem Henan (70), Mahir Mehyedîn, Kurdo Mehmûd Hesen, Fatme Omer Elî, Izedîn Hecî Ebas, Osman Îbrahîm, Hîbe Omer Ezîz, Ronîze û Mihemed Ebdulqadir.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve binpêkirina qanûna mirovî ya naveteweyî û sûcê şer e û bang li cıvata navneteweyî kir ku êrişên Tirkiyeyê rawestîne, welatî û binesaziyê biparêze.