MERSÎN – Berxwedana ciwanan a li dijî desteserkirina îradeya gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve mezin dibe.
Ciwanên ku ev 6 roj in li dijî tayînkirina qeyûman di nava berxwedanê de ne, li taxa Demîrtaş bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan êrîşên polîsên dagirker ên Tirk.
Gelê taxê bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Bijî Rêber APO” piştgirî dan berxwedana ciwanan.