TÎŞRÎN – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di bin kontrola wê de gelê ku nobedê didomîne careke din hedef girt.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin derdora Bendava Tişrînê tevahiya rojê bi fuzeyên menzîl dirêj û balafîrên hewayî yên bê mirov hatiye bombekirin. Di kamerayan de teqîneke mezin hat qeydkirin, hat dîtin ku gelek wesayît jî zirar dîtin. Hate gotin ku di encama hedefgirtina sivîlan de gelek şehîd û birîndar hene.
Hat xuya kirin ku ji ber teqînên ku li dû hev rû dane gelek çalakvanên nobedê bi bandor bûne. Dema ku gel xwest şehîd û birîndarên xwe re mudaxale bike, gelek caran diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ti carî serî netewînin. Bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker derdora bendava Tişrînê didomin.