TIŞRÎN – Bû zêdetirî mehekî ku li derdorê Bendava Tişrînê şerekî dijwar di navbera şervanên QSD û dewleta Tirk û çeteyên wê de diqewime. Şervanên ku beşdarî vê berxwedanê bûn qala têkçûyîna çeteyan kirin, gelê ku di Bendavê de nobed digire û tevî êrîşan berxwedide silav kirin, û banga hemû ciwan û gelê Sûriyê kirin ku bi QSD re beşdarî tekoşînê li dijî dagirkeriyê bibe.
Şervanê QSD Rêdûr Kobanê, ji bajarê Kobanê, anî ser ziman ku bû zêdetirî mehekî ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi çekên giran û balafiran êrîşên dijwar li ser Bendava Tişrînê pêk tînin. Her wiha, da diyar kirin ku rûxmê wê teknîkê nikarin berxwedana şervanên QSD bişkînin. Di dawî de destnîşan kir ku ew weke şervanên Hêzên Sûriyê Demokratîk wê heya dawiyê ji bo rûmeta gelê xwe û welatê xwe şer bikin.
Şervana ereb ê YPJ Şîraz Nîdal ji bajarê Reqa, anî ser ziman ku bû demekî dirêj ku ev şer dimeşe. Her wiha, destnîşan kir lu li ser erdê hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şkandin û nema dikarin şer bikin, lewma bi çekên giran û bi balafirên bê mirov êrîş dikin. Her wiha, da diyar kirin ku sedema şkandina dewleta Tirk îrade û morala şervanên QSD bû. Diyar kir ku ew weke şervanên QSD hêz ji gelê ku berê xwe da Tişrînê digirin û berxwedana wan silav kir. Di dawiyê de banga hemû ciwanan kirin ku tevlî şer û berxwedanê bibin.
Her wiha, şervanekî ereb ê QSD diyar kir ku ev ne tenê şerê miletekî lê belê şerê hemû gelên herêmê li dijî dagirkeriyê, û banga hemû gelê Sûriyê kir ku tevlî şerê li dijî dagirkeriyê Tirkiyê bibe.