TIŞRÎN – Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyê Demokratîk bi daxuyaniyekî nivîskî da diyar kirin ku duh li Zirgan, Tişrîn, Minbic û Der Hafirê çalakiyan li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anî, weke bersivdayîna êrîşên li ser gelê nobedar li Bendava Tişrînê.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Hêzên me li gelek eniyên şer bersivê didin êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê
Li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker, hêzên me yên Hêzên Sûriyê Demokratîk duh, pêncşemê, çalakiyek li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundên “Bab El Ferec” û “Ebdul Hey” girêdayî bajarokê Zirganê, ku tê de hejmarek ji çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û birîndarkirin, lê hejmara wan nehatiye zelalkirin. 3 ambûlans ji bo rakirina cenazeyên kuştî û birîndarên xwe derbasî baregeha Bab El Ferec bûn.
Li eniya Dêr Haferê balafirên bê mirov ên artêşa Tirk a dagirker li esmanê herêmê geriyan û nuqteyeke hêzên me li gundê “Îmam” kirin hedef, di heman demê de şervanên me bersiva bombebarana dewleta Tirk dan û noqteyên çeteyan û wesayîtên çeteyan hedef girtin. Yekîneyên Şehîd Harûn wesayîteke leşkerî ya çeteyan rûxandin.
Li eniya Bendava Tişrîn; çeteyên dewleta Tirk duh danê sibê saet di 04.00’an de li dijî girê “Sûryatel” êrîş kirin. Yekîneyên Şehîd Harûn bersiva pêwîst dan û kombûneke çeteyan kiribûn hedef, di encamê de hejmarekî çeteyan hate kuştin û birîndar bû û yên mayî reviyan. Piştî şkandina êrîşê, dagirkeriya Tirk bi balafirên şer û balafirên bê mirov êrîş kir, lê di aliyê hêzên me de tu windahî çênebû.
Her wiha, hêzên me li gundê El-Sakawiyê depoyeke çekan a çeteyên dewleta Tirk a dagirker rûxandin û di encamê de hejmarek çete hatin kuştin.”