NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH Milîsên Atakan Mahîr bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Bûrsayê otobuseke li dijî desteserkirina iradeye gel, otobusek rûxandine.
Milîsên Atakan Mahîr ya HBDH ku li Bûrsayê li dijî desteserkirina qeyûman otobusa Odeya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê şewitandin, diyar kir ku çalakiya wan rasterast hişyariyek e. Bang li hemû gelan kir ku li dijî faşîzm, hevkarî bisekinin, li hemberî şer û qetlîamê xwe bi rêxistin bikin.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
Li Bûrsayê li dijî qeyûman û îradeyê xesp kirinê çalakî hatin lidarxistin
14’ê Çile danê êvarê derdora saet 18.00’an li Bûrsayê otobusa Odeya Muxtaran hat şewitandin û hat rûxandin.
Ev çalakiya ku ji aliyê Milîsên me ve tê kirin, li dijî desteserkirina şaredariya Akdenîzê ya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê û israra zimanê kîn û gefan, tevî ku bi Birêz Ocalan re hevdîtinên diyalogê pêş dikevin, rasterast hişyariyek e. Weke hêzên Şoreşa Yekbûyî bi qasî parastina aştiyê em amade ne şer bikin! Dîktatoriya faşîst a ku di encama berxwedana ku me li hemberî dewleta Tirk a faşîst a ku bi salan e bi hemû rê û teknîkên xwe êrîşî me dike, hatiye asta çong danîna wan, îradeya gel nasnekirin û nirxên wan re lîstin, tenê bi îstismarkirinan hilweşîna xwe leztir dike.
Divê hemû gelê me û raya giştî ya hestiyar li dijî qêrîna şer û qetlîama serokê faşîst Erdogan û hevalên wî xwe bi rêxistin bikin û faşîzm û hevkarên wê li herêmên lê ne bixin xwînê! Weke parêzvanên gel em ê milê ku li ser bingeha tundiya şoreşgerî dirêjî nirxên me dike bişkînin û em ê nehêlin faşîzm derbas bibe! Gelên ku bi ked û fedekariyeke mezin, tevî zext û komkujiyên rejîma dewleta Tirk a qirker, wê di bin ala Şoreşa Yekbûyî de teqez bi ser bikevin!
Bijî HBDH!
Bijî Têkoşîna me ya Şoreşa Yekbûyî!
Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin!