TIŞRÎN – Bû zêdetirî mehekî ku li başûr û rojhilatê Minbicê, û bi taybetî li enîyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaq berxwedanekî bê hempa ji aliyê şervanên QSD, YPJ û YPG li beramberî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tê meşandin. Her wiha, di 10 rojên dawiyê de, rûxmê bombebaranên bê navber ê balafirên dewleta Tirk, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Bendava Tişrînê nobed digire û hevgirtina xwe bi şervanên QSD re nîşan dide. Şervanên di tûnelên şer ên enîya Tişrînê axivîn û destnîşan kirin ku îradeya gel û şervanên QSD nehişt ku êrîşên hovane yên dewleta Tirk wan ji hev du qut bike.
Berxwedan Qamişlo da diyar kirin ku demekî dirêj di nava berxwedana Tişrînê de cih digire, û ku rûxmê dewleta Tirk hemû teknîkê di destê xwe de bikartîne, êrîşên xwe ji aliyê şervanên QSD ve hatin şkandin û destnîşan kir ku bi fedayîtiyê şehîdan hiştiye ku berxwedan bigihêje vê astê. Di dawiyê de banga hemû gel kir ku beşdarî berxwedaniyê bibe.
Hacî Qamişlo diyar kir ku şervanên QSD ji bo gelê xwe şer dikin. Her wiha da diyar kirin ku rûxmê ku çekên herî giran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên bikaranîn, şervanên QSD bê teredût di berxwedanê de bi israr in.
Cano Qamişlo destnîşan kir ku divê gel bizanibe ku şervanên QSD wê her berxwebidin û tu carî naşkin. Her wiha, da diyar kirin ku ew bi îradeya xwe şer dikin, lê belê çeteyan ji bo berjewendiyan şexsî û ji ber tirsê ji dewleta Tirkiyê beşdarî şer dibin. Di dawiyê de banga ciwanan kir ku tevlî şer bibin.
Hêlîn Amanos diyar kir ku dewleta Tirk dixwest Bendava Tişrînê îmha bike û herêmê bidest bixe, lê encam negirt. Her wiha destnîşan kir ku ew heya dawiyê bi gelê xwe re ne, hêz, îrade û cesareta xwe ji gel digirin û ji bo gelê xwe, axa xwe û zimanê xwe şer dikin. Hêlîn Amanos anî ser ziman ku dewleta Tirk dixwest bi êrîşên li ser Bendavê şervanan û gel ji hev qut bike, lê belê îradeya gel êrîşên wê vala derxist. Di dawiyê de banga hemû xort û jinên ciwan kir ku beşdarî vê hemleyê bibin.