HELEB – Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji bo pişgiriya berxwedana şervanên QSD li enîya Tişrînê û li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk li ser nobedê gel li Bendavê meşekî girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran gel beşdarî beşê bûn.
Meş saet 1 piştî nîvro dest pê kir û li tevahî taxa Şêx Meqsûd geriya. Gel al û pankartên ji bo pişgirya QSD hilda û dirûşmeyan “Bijî Berxwedana QSD” û “Bijî Berxwedana Tişrînê” berz kir.
Rûxmê hilweşîna hikûmeta Baas gelê taxa Şêx Meqsûd taxa xwe ji hemû metirsiyên derve diparêze û xwe li gorî stratejiya şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin dike.