TÎŞRÎN – Bi sedan welatiyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê yên Kantona Cizîrê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Bendava Tişrînê derketin rê û niha xwe gihandine herêmê.
Bi sedan welatiyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê danê sibehê ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê. Gelê ku li dijî hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dagirkirina Bendava Tişrînê nobeda xwe di roja 10. de bi biryardarî dewam kir, koma ku ji Kantona Cizîrê derketiye jî xwe gihandiye herêmê.
Şêniyên Kantonên Tebka, Reqa û Dêrezorê ku di roja 6. a nobedê de nobetê girtin, wê îro nobedê radestî koma ku ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê bi rê ket bikin.
Koma ku îro danê sibê ji bajarên Kamişlo, Tirbespiyê û Amûdê bi rê ket, dema ber bi Bendava Tişrînê ve diçû di nav wesayîtan bi coşeke mezin rêwîtîya xwe derbas kirin. Koma ku gihişt qadê, bi qîrîna dirûşmên “Bijî berxwedana QSD’ê” ber bi qada ku çalakiya nobedê lê dihat lidarxistin meşiyan.
Di nobeda ku di 8’ê Çile de destpê kir de, karwanê 5’emîn nobeda berxwedanê ya li Bendava Tişrînê girt.