MEXMÛR- Îro li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê gel bi pêşengtiya TJCM û TCM li dijî êrîşên dagirkeriyê li ser Bendava Tişrînê meşek Girseyî lidarxist. Meş bi dirûşmeya ‘Bi Berxwedana Ciwanan emê Dagirkeriyê Têkbibin’ saet 2 li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir. Gelê Wargehê hersa xwe li hemberî êrîşên hovane nîşan kir û berxwedana bê hempa ya gelê Rojava û şervanên QSD silav kir. Slogana ‘Bijî Berxwedana Tişrîne’ bi dengê bilind hat avêtin. Gelê Wargehê berê xwe dayî parka Şehîd Aryen Cûdî. Piştî deqeyekî rêzgirtinê Hevberdevkê Meclîsa Ciwanên Mexmûrê Sîpan Yaman daxuyanî dayî.‚Em Berxwedana bi rûmet ku li Bendava Tişrîne silav dikin û hezkirinên xwe ji bo gelê wir pêşkeş dikin. Dijmînê gelê Kurd di planên xwe yên tinekirine de israr dike. Lê belê, gelê Kurd xwe bi fikir û felsefeya Rêber APO kur kirî.’ Her wiha Sipan Yaman anî ziman ku bi berxwedana ciwanan dagirkeriyê were têkbirin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO were mîsoger kirin.
Rojnamevana Wargeha Mexmûrê Jiyan Alturk êrîşên li ser bendava Tişrînê û bi taybet hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir û wiha axivî: ‚Berxwedanek bê hempa li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Taybet di êrîşên dawî li ser Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê de berxwedan di asta herî jor de ye. Ê ku rastiya êrîşan hovane bi cihanê ve radigihînê çapemeniya azad e. Ji ber vê Rojnamevan bi taybet tên hedef girtin.’
Her wiha Jiyan Alturk Şehadeta Heval Cîhan û Heval Nazim bibîrxist û got ku rojnamevanên Kurd bi mînaka wan heta dawî şopdarên riya heqîqetê bin.