NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin a Hêzên Sûriyê Demokratîk bi daxuyaniyekî nivîskî encamên çalakiyên xwe yên duh û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li enîyên Tişrînê, Ebû Qelqel û Der Hafer eşkere kir. Di daxuyanî de hat diyar kirin ku 17 çete hatin kûştin, 21 çete û 4 leşkerên artêşa Tirk jî birîndar bûn. Her wiha, şervanekî QSD şehîd bû.
“Di operasyoneke bi bandor ya hêzên me de bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin ku di nav wan de leşkerên artêşa Tirk a dagirker jî hene.
Hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di çarçoveya bersivdayîna rewa ya li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berxwedana xwe didomînin.
Duh înê di saetên sibê de, artêşa Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê û gundên derdora wê bi çekên giran topbaran kir. Duh saet 13:30’an de çeteyan li eniya gundê “Atşana” û girekî li pêşberî gundê “Xirbet El-Zemala” êrîşek li dar xistin derbên giran li çeteyan hatin xistin û çete neçar man paşve bikşinin û vekişin.
Şervanên me her wiha li eksena bajaroka Ebû Qelqel li dijî çeteyan çalakiyeke bi bandor li dar xistin, di heman demê de yekîneyên Şehîd Harûn çeperên çeteyan û wesayîtên wan ên leşkerî kirin hedef, di çalakiyê de 17 çete hatin kuştin û 21 çete jî birîndar bûn. 4 leşkerên artêşa dagirkeriya Tirk birîndar bûn û 10 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin. Her wiha balafirên keşfê yên bê mirov bi saetan herêmê firiyan û bombebaran kirin.
Di wê operasyonê de şervanekî me şehîd bû.
Her wiha li eniya Dêr Haferê balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker bênavber geriyan, di heman demê de Yekîneyên Şehîd Harûn wesayîteke leşkerî ya Toyota ya çeteyan hedef girtin û bi temamî rûxandin. Çeteyan bi 2 balafirên keşfê yên keşfê noqteyên şervanên me kirin hedef, lê ti zirar negihaştiye wan.”