TİŞRÎN – Bomberdûmankirina Bendava Tişrînê ya dewleta Tirk a bi balafirên keşfê yên bê mirov û fûzeyên dûravêj berdewam dike. Li gorî agahiyên dawî, tê gotin ku welatiyên ku di encama hedefgirtina herêma ku lê bi cih bûne, 4 kes şehîd ketine û 15 kes jî birîndar bûn e.
Îro jî di roja 11. a nobedê de gelê Kantona Cizîrê tevî bomberdûmanên bênavber nobedê li qada berxwedanê bi biryardariyeke mezin didomînin. Tevî ku tevahiya rojê di bin bomberdûmaneke dijwar de bûn jî, govendê ji bîr nekirin û bi dirûşmeyên xwe piştgirî dan şervanên QSD’ê. Di berxwedanê de ku bi taybetî ciwan serkêş in û pêşengiya wê dikin, tekez dikin ku heta Tişrîn bi temamî ji dagirkeran neyê paqijkirin ew ê herêmê terk nekin.
Dîsa di encama êrîşa danê nîvro de 4 welatî şehîd bûn û 15 welatî jî birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker ku herêma ku sivîl lê bi cih bûbûn bombebaran kir, bi êrîşa duyemîn a li ser gelê ku dixwest birîndar û şehîdên xwe ji herêmê derxîne, komkujiya xwe ya li dijî sivîlan berdewam kir.
Welatiyan diyar kirin ku ew ji bo birîndaran natirsin û li qadan gavekê jî paşde gav navêjin.