TIŞRÎN – Bû zêdetirî mehekî ku li başûr û rojhilatê Minbicê, û bi taybetî li enîyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaq berxwedanekî bê hempa ji aliyê şervanên QSD, YPJ û YPG li beramberî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tê meşandin. Her wiha, di 10 rojên dawiyê de, rûxmê bombebaranên bê navber ê balafirên dewleta Tirk, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Bendava Tişrînê nobed digire û hevgirtina xwe bi şervanên QSD re nîşan dide. Şervanên di tûnelên şer ên enîya Tişrînê axivîn û destnîşan kirin ku îradeya gel û şervanên QSD nehişt ku êrîşên hovane yên dewleta Tirk wan ji hev du qut bike.
Şervana YPJ Bêrîtan Hêvî, ji bajarê Qamişlo, da diyar kirin ku vê berxwedanî mohrê xwe li dîrokê xist. Her wiha, anî ser ziman ku rûxme êrîşan û kêm derfet, êrîş hatin şkandin û dijmin neçar bû bi balafirên şer û balafirên bê mirov şerê xwe bimeşîne. Bêrîtan Hêvî destnîşan kir ku pişgiriya gel çavderiya hêz e û îradeya wan îradeya gel e. Bêrîtan Hêvî banga hemû ciwanên kurd kir ku beşdarî berxwedana Tişrînê bibin.
Endamê Yekîneyên Antî-Teror ê QSD Zerdeşt Kobanê, ji Kobanê, qala 43 rojên ku di nava vê berxwedanê de cih girt. Zerdeşt Kobanê da diyar kirin ku dewleta Tirk hejmarekî mezin ê çete şand li ser herêmê û ku bi balafir û teqemenî êrîşên dijwar pêk anî, ji ber îradeya şervanên QSD nikarîbû bikeve Bendavê. Her wiha anî ser ziman ku QSD ne tenê çeteyên dewleta Tirk da sekinandin, lê belê hejmarekî gund jî ji destê wan stand. Di dawiyê de banga ciwanên hemû pêkhateyan kir ku tevlî vê berxwedaniyê bibin.