MARSÎLYA – Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li dijî Rojava, bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi beşdariya hezaran hat protestokirin. Her wiha di meşê de li dijî qetilkirina sivîlên di êrîşan de, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Canebîere li hev civiyan, bi alên Rêber APO, bargehên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê û pankartan heta Vieux Port meşiyan.
Di meşê de qetlîama sivîlan a di encama bomberdûmana hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Bendava Tişrînê de bi dirûşmeyên “Qatil Erdoxan-Kujer Tirkiye” hate şermezarkirin. Xwepêşanderan xwestin êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî sivîlan bên rawestandin.
Kurdistaniyên ku di meşê de çalakiya rûniştinê pêk anîn, deklerasyona têkildarî êrîşên li ser Rojava hate amadekirin xwendin. Her wiha belavok li gelê herêmê hatin belavkirin.
Di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Liberte Pour Ocalan” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Meşvanan posterên endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin, bi pankartên bi nivîsa “Rojava biparêzin” û “Dagirkeriya Tirkîyê rawestîne” bal kişandin ser êrîşan.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li Vieux Portê de hat destnîşankirin ku bêyî gelê Kurd çareserî li Rojhilata Navîn ne pêkan e. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê aştî û aramiyê bîne herêmê û hate gotin ku muxatabê çareseriyê jî Rêber APO ye. Her wiha hate destnîşankirin ku ciwan wê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker di nava berxwedan û çalakiyan de bin.
Çalakî bi dubarekirina banga rawestandina êrîşên li dijî Rojava bi dawî bû.