ŞENGAL – Yekîtiya Ciwanên Êzidxan û Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê civîna xwe ya salane lidarxistin. Bi tevlîbûna dehan ciwanan civîn bi kêfxweşî destpêkir.
Duh li meclisa gel a Xanesorê Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê (YJCŞ) bi tevlîbûna hejmarekê zêde ya ciwanan civîna xwe ya salane lidarxist. Ciwanên Asayîşa Êzidxan û koma çand û huner Stiya Nexşa beşdar bûn.
Civînê bi deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdên 74 fermanê û şehîdên berxwedana Tişrînê dest pê kir.
Di civînê de rewşa Rêbertî, rewşa siyasî, rewşa rêxistinî û rola pêşengtî ya ciwanan hat niqaş kirin. Rewşa jinên ciwan bi berfirehî hat nirxandin. Di civînê de gelek biryarên gring ji bo xurtkirina rêxistina ciwanan hat girtin û gelek plansazîyên ji bo sala nû hat dîyar kirin. Plansazîyên ku hatin dîyar kirin: perwerde, çalakiyên cur bir cur û hwd. bûn.
Berî her tiştî biryar hatiye girtin ku di sala 2025’an de YCÊ û YJCȘ wê hemû hêza xwe bidin hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengal re xweserî” Di dawîya civînê de ciwanan got “astengiyên li pêşiya me çi bin, û zehmetî çi bin em weke ciwan têkoşîn bikin û Rêbertî azad bikin.”
Civînê ciwanan bi sloganên “Bê Sêrok Jiyan Nabe”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.