HEILBRONN – Bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst a li dijî Bendava Tişrînê hate protestokirin.
Ciwan û Kurdistanî bi alên YPG û YPJ’ê li qada Kiliansplatzê hatin cem hev û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO ku ji 27’ê Mijdarê vir ve li ser Rojava, şermezar kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ser navê TCŞê de; Bang li civaka navneteweyî hat kirin û hat xwestin ku ji ber sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye, cezayên giran werin sepandin û êrîş bên rawestandin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.