MERSÎN – Piştî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê, çalakiya ciwanan di roja 9’emîn de bê navber didome. Ciwanên Apoyî di nav kolanan de desteserkirina îradeya gel re bertek nîşan didin û nahêlin polêsên dewleta Tirk têkevin taxê.
Ciwan li Taxa Demîrtaş daketin qadan û bi pêxistina agir dest bi berxwedanê kirin. Dema ku polîsên Tirk ên dagirker xwestin mudaxele bikin, Ciwanên APOYÎ bi fîşekên hewayî, molotof û bombeyên deng bersiv dan.
Pevçûnên di navbera Ciwanên Şoreşger û hêzên dagirker ên faşîst de hê jî dewam dikin. Ciwanên di berxwedanê de bang li ciwanên welatparêz û raya giştî kirin ku berxwedanê bikin.