PARÎS – Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re azadî, pirsgirêka Kurd re Çareseri” bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Taxa Melûn a Parîsê meşek hat lidarxistin. Her wiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hatin protestokirin.
Kurdistanîyan li ber Gara Trenê ya Navendî ya Melûn dest bi meşê kirin û heta navenda bajêr meşiyan û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” berz kirin.
Di meşê de ciwanan bang li hemû ciwanên Kurdistanê kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û êrîşên li dijî Rojava dakevin qadan.
Kurdistanîyên ku li kolanên Melûn bi dirûşmeyên “Em PKKê ne” li qada Melûn Place daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Tişrînê de şehîd bûne, li ser navê TCŞ’ê daxuyaniyek hat dayîn.
Şervan Wan da xuyakirin, ku Şoreşa Rojava bi ked û fedekariya gelê Kurd derketiye holê û bi felsefeya Rêber APO ketiye jiyanê û got, “Dewleta Tirk zêdetirî mehekê ye li Tişrînê hewl dide encaman bi dest bixe, lê bi vîna gelê Kurdên Apoyî re rû bi rû ne. Gelê me li wir bedena xwe weke mertalên zindî bi kar tîne û dewleta Tirk a dagirker jî bi qetilkirina sivîlan hewl dide têkçûna xwe ya li hemberî vê îradeyê veşêre.”
Şervan Wan got, “Kurd wê bibin diyarkerê vî şerî. Rêber APO bi salan e li zindana Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Dewleta Tirk bi meşandina siyaseta qirêj dixwaze Rêber APO tecrîd bike, bike yek û ji gelê Kurd û PKK’ê qut bike.”
Şervan Wan diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst piştî çalakiyên şehîd Asya Elî û Rojger Hêlîn ên li dijî kampusa TUSAŞ a Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn, neçar ma deriyê Rêber APO veke û wiha got: Li Rojava sivîlan qetil dikin.
Şervan Wan destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst hewl dide ji tengasîyê derkeve û got, “Yekane diyarkerê vî şerî, vê pêvajoyê û yekane diyarkerê her tiştê ku li Rojhilata Navîn ava bibe Rêber APO ye. ”
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.