NAVENDA NÛÇEYAN – Nasnameyên 5 welatiyên ku di encama komkujiya dewleta Tirk a duh li Bendava Tişrînê bi balafirên bê mirov û fûzeyên dûravêj pêk anî de şehîd bûn, hatin eşkerekirin.
Di êrîşê de 5 welatî şehîd bûn û 20 welatî jî birîndar bûn.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê li ser medyaya dijîtal nasnameya şehîdên komkujiya Bendava Tişrînê eşkere kir. Navên şehîdan wiha ne: Ekrem Rixo, Kêfo Osman, Menîce Heyder, Mizefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm.
Lîstikvanê şanoya Kurd Bavê Teyar jî dema ku li bendava Tişrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de birîndar bû. Îro danê sibê hat ragihandin ku lîstikvanê navdar ê Kurd Cuma Halîl ku bi rola xwe ya Bavê Teyar dihat naskirin, li nexweşxaneya ku tedawî didît de şehîd bû.
Gotina dawî ya Bavê Teyar ê ku tevahiya jiyana xwe ji bo zindî kirina çanda Kurdewarî da û her tim li qadên berxwedanê li gel gelê xwe bû, li bendava Tişrînê ev bû: “Banga me ji dewleta Tirk re, êrîşên xwe rawestîne. Ev gel ji we natirsin, ji top û tankên we natirsin, ji bomberdûmanên we natirsin. Tu carî nikarin moralê me bişkînin. Ev gel hêza xwe ji felsefeya Rêber Apo digre”