TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger li Tebqayê ji bo ravekirina geşedanên dawî yên siyasî û di nav van geşedanan de erka ciwana wê çi bibe civînek li dar xist.
Îro danê sibê Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Tebqayê bi amadebûna endamên ciwan, endamên jinên ciwan û bi dehan ciwan û jinên navçeyê civînek berfireh li hola Navenda Çandê li dar xist.
Bi xêrhatina hemû beşdaran hatin kirin. Dûre ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin, piştre rewşa dawî ya siyasî û leşkerî li Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî hate şîrovekirin.
Her wiha berxwedan û qehremaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bendava Tişrîn û gundewarên Minbicê û têkbirina êrîşên dagirkeriya Tirk tevî bikaranîna balafirên leşkerî û çekên giran hatin nîqaşkirin.
Di dawiyê de silavkirina berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatin kirin û hat destnîşan kirin ku li kêleka wan sekinandin erka herî gring e. Civîn bi diruşmeyan bi dawî bû.