TÎŞRÎN – Bi sedan welatiyên ku ji herêmên Dêrik, Girkê Legê, Berav, Koçerat û Hesekê yên Kantona Cizîrê bi rê ketin, xwe gihandin Bendava Tişrînê.
Di roja 12. a berxwedanê de komên ku ji herêmên Dêrik, Girkê Legê, Berav, Koçerat ên Kantona Cizîrê û Hesekê derketin, ji bo nobedê bigirin gihiştin Bendava Tişrînê. Bi sedan kes danê sibehê ji bo parastina Bendava Tişrînê ya ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker berdewam dike, derketin rê. Komên di rê de bi wesayitan geriyan, stran gotin û hevdu coş kirin.
Komên ku gihiştin bendava Tişrînê bi dirûşmeyan ber bi qada berxwedanê ve ketin rê û şêniyên herêmê silav kirin. Li gel komên li herêmê gel bi pêşengiya ciwanan bi stranên Erebî û Kurdî govend gerandin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 8’ê Çileyê ve ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê û piştgiriya şervanên QSD’ê dest bi çalakiya nobedê kirin. Ji wê demê û vir ve bi awayekî komî nobeda xwe didomînin.
Şêniyên Kantona Cizîrê yên ku xwe gihandin qadên berxwedanê, tekez kirin ku armanca hatina vir ji aliyê hemû raya giştî ve hatiye zanîn û heta ku negihêjin vê armancê ew ê qadê terk nekin. Di heman demê de gel diyar kir ku hemû cudahî û rengên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li vir tê temsîlkirin û destnîşan kirin ku yekîtiya van gelan wê dijmin têk bibe.