TEBQA – Îro li Tebqa Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Efrîn û Şehba civînekî ji bo bangawaziya serferberiya şer li darxist. Bi dehan xort û jinên ciwan û xwendekar ên koçber tevlî civînê bûn û rol û misiyona xwe di parastina welatê xwe de niqaş kirin.
Di civînê de xwendekar xwesteka xwendinê zimanê xwe, vegera axê xwe û ji bo vê pewistiya tevlîbûna serferberî anîn ser ziman. Plansazî ji bo perwerdeya sîlah, xebatên xwendinê û çandê hatin danîn.