MERIWAN- Di çarçoveya pêngava “Katê Tolê” (Dema Tolhildanê ye) de, ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi daliqandina pankarta ser avahiyek li hember dadgeha bajarê Merîwanê cezayê darvekirina li ser sê jinên şoreşger Werişê Muradî, Pexşan Ezîzî û Zeynep Celaliyan ji aliyê rejîma Melayên Îranê ve, şermezarkirin.
Ciwanan li ser pankarta ku wêneyên sê jinên şoreşger yên ku cezayê darvekirinê lê hatin birîn û Rêber APO hebû, bi slogana “Li dijî rejîma sêdarê Dema Tolhildanê ye” bertekên xwe yên li hemberî biryarên îdamê nîşan dan.
Ciwanan diyar kir ku di fikir û felsefeya APO de teslîmiyet nine berxwedanî heye e û bang li hemû ciwanan kir ku têkoşînê hîn mezintir bikin.