ANTÎBES – Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Antîbes ê Fransayê semînerek li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Rojava pêk anîne, lidarxistin.
Di semînera ku gelê Kurd di pêşengiya Ciwanên Şoreşger de hatin cem hev; Mijar ev bû ku divê ciwanên Kurd çawa nêzî tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO bibin. Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Pirsgirêka Kurd re Çareserî” a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatiye destpêkirin, bal hate kişandin ku divê ciwan têkoşînê çawa berfireh bikin. Her wiha hate destnîşankirin ku ciwan wê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker di nava berxwedan û çalakiyan de bin.
Di nîqaşan de hat diyarkirin ku bêyî gelê Kurd çareserî li Rojhilata Navîn ne pêkan e, çareseriya pirsgirêka Kurd wê aştî û aramiyê bîne herêmê û hate gotin ku muxatabê çareseriyê Rêber APO ye.
Her wiha rol û mîsyonên ciwanan li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên paramîlîter ên ku ji 27’ê Mijdarê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destek dike, hatin nîqaşkirin. Di axaftinên hatin kirin de li hemberî êrîşan li Ewropayê divê çi helwest were pêşxistin.