TÎŞRÎN – Çalakiyên nobedê yên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 8’ê Çile de ji bo rawestandina êrîşên li ser Bendava Tişrînê û piştgiriya berxwedana şervanên QSD’ê dabûn destpêkirin di roja 12’emîn de bi biryardariyeke mezin didome.
Weke ku tê zanîn beriya du rojan dewleta Tirk a dagirker bo cara duyemîn gelê ku li ser bendava Tişrînê nobetê digirtin kiribûn hedef û di encamê de 7 kesên ku di nav wan de lîstikvanê navdar ê şanoya Kurd Bavê Tayar (Cuma Xelîl Îbrahîm) jî hebû, şehîd ketibûn.
Tevî vê yekê gelê Qamişlo nobeda xwe berdewam kir û biryardariya xwe ya berxwedanê nîşan da. Îro jî gelê Dêrikê li Tişrînê nobedê dewr girt. Şêniyên Qamişlo yên ku çalakiya nobedê radestî şêniyên bajarê Dêrikê kirin, şehîdên xwe yên di êrîşa hewayî ya 2 roj berê de şehîd bibûn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hilgirtin ser milên xwe û ber bi Qamişlo ve rê ketin.
Afa Hisên a ji bajarê Dêrikê ji bo tevli çalakiya nobedê ya Tişrînê bibe berê xwe dayê ser sedê, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku divê hemû ciwan di nava refên QSD’ê de cih bigirin û ew ê li ser şopa şehîdan bin.