TÎŞRÎN- Dewleta Tirk a dagirker beriya du rojan gelê ku nobeda bendava Tişrînê digirtin hedef girt û di êrîşê de 7 kesên ku di nav wan de şanogerê navdar ê Kurd Bavê Teyar jî hebû şehîd bûn. Tevî hemû êrîşan jî gelê nobeda bendavê dimeşîne bêyî ku dev ji çalakiya xwe berde berxwedana xwe didomîne.
Îro jî welatiyên Dêrikê yên ku nobedê ji şêniyên Qamişlo girtin, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi biryardariyeke mezin berxwedana xwe didomînin.
Tevî ku di nava rojê de gelek caran derdora Bendava Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombekirin jî, gel ti carî dest ji têkoşîna xwe berneda û bi dirûşme û dîlanên govendê tevahiya rojê têkoşîna xwe berdewam kir.
Gel bi qîrîna dengbejên rojê rengê xwe li berxwedanê zêde kir û li ser Berxwedana Serdemê ya Tişrînê ya ku 12 rojan dewam kir şano pêşkêş kir. Di dawiya şanoyê de axaftina Rêber APO ya li ser Şerê Gel ê Şoreşger hate guhdarkirin. Gel bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” axaftin pêşwazî kir.
Di dawiya şanoyê de gel li hev civiyan û govend gerandin.
Berxwedana gelê Dêrikê ya li ser bendavê didome.