HAMBÛRG –Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên paramîlîter yên li dijî Rojava, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin protestokirin.
Çalakiya ku ji bo balê bikişînin ser qetlîamên sivîl ên li Rojava, hişyarkirina van êrîşan û piştgiriya şoreşê hate lidarxistin, ji bo kesên di êrîşên Rojava de şehîd bûne bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Ferhat Mêrdîn di axaftina xwe ya li ser navê TCŞ’ê de destnîşan kir ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li hemû cîhanê deng veda, azadiya jinê diparêze û êrîşên li dijî vê şoreşê gefê li lêgerîna çareseriya aştiyane ya gelan dixwe. Her wiha diyar kir ku gelê Sûriyê bi komên xwe yên etnîkî û olî yên cuda îradeya jiyana wekhev û azad nîşan daye.
Piştî axaftinê meşê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên “Bijî Rêber APO”, “Bijî Rojava”, “Terorîst Erdogan”, “Turkei Bombardiert, Deutschland Finanziert”, “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” hatin berzkirin.
Di meşa ku li Gansemarktê bi dawî bû de hate diyarkirin ku ciwan wê piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava û bi berxwedana gelê Kurd li dijî komkujiya sivîlan wê bi ruhê seferberiyê her roj li qadan bin.
Çalakî bi banga meşa ku sibê saet di 17:00 de li Harbûrgê bê lidarxistin, bi dawî bû.