MARIGNANE – Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marignane yê Fransayê li hev civiyan û li ser tecrîda li ser Rêber APO û şoreşa Rojava semînerek li dar xistin.
Ciwanên endamên TCŞ’ê di semînerê de berxwedana gelê Rojava û şervanên QSD’ê ya di Bendava Tişrîn a dîrokî û destanan de silav kirin. Di heman demê de ciwanan diyar kirin ku ew ê di vê berxwedana dîrokî de rol û mîsyona xwe bi cih bînin.
Bal kişandin ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO, hate destnîşankirin ku divê ciwan li qada Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO di nava çalakiyan de bin. Her wiha banga berfirehkirina têkoşînê ji bo xurtkirina destê Rêber APO di serdemeke wiha de ku kêliyên dîrokî tên jiyîn hate kirin.
Piştî semînerê ciwanan moral dan.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Rojava, Bijî Fedaiyên Rêber APO, Bijî Rêber APO, Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.