QAMÎSLO – Endamên Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Qamişlo bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku wan bi navê Şehîd Metîn Hogir ji bo piştgiriya hêzên QSD û YPJ’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tabûra xweparastinê ava kirine.
Daxuyaniya ku ji aliyê endamê Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Qamişlo ve hat xwendin li navenda xwendekaran a Qamişlo hate dayîn.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hat gotin, “Şervanên me yên azadiyê niha di çeperên şer de ji bo parastina ax û welatê xwe xwînê dirjînin û li dîjî dijminê xwedî teknîk û balafir berxwedaneke bêhempa raber dikin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şervan ti carî têk naçin, ji ber gelekî ku zarokên xwe yên herî hêja feda kirine, li pişt wan e.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bûyîna xwendekarên welatekî wekî Kurdistanê, berpirsiyariyeke giran dixwaze û hat gotin, “Dijminê ku nehêlibe em di welatekî aram de bixwînin, emê jiyanê jê re bikin dojeh. Emê pênûs û sîleha xwe bikin yek û dijmin poşman bikin. Dîsa em bang li hemû xwendekarên Sûrî dikin ku werin û welatê xwe biparêzin. Heta ku em welatekî azad û aram ava nekin, wê xwendina me ne serkeftî be.”
Daxuyanî bi vî rengî ye :
JI BO RAYA GIŞTÎ
Li pêşiya çavê hemû cîhanê di welatê me de şerekî dagirkeriyê tê meşandin. Gelê me bi qirkirinê re rû bi rû dimîne . Şervanên me yên azadiyê niha di çeperên şer de ji bo parastina ax û welatê xwe xwînê dirjînin û li dîjî dijminê xwedî teknîk û balafir berxwedaneke bêhempa raber dikin. QSD, YPG û YPJ bi berxwedaniya xwe bûne heviya hemû gelên Sûrî. Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên girêdayî wê çiqas êrîş bikin bila bikin, şervanên me tu carî têk naçin. Ji ber gelekî ku zarokên xwe yên herî hêja feda kirine, li pişt wan e.
Em jî wekî Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûrî ji bo parastin û piştgiriya QSD tabûra Şehîd Metîn Hogir radighînin. Bûyîna xwendekarên welatekî wekî Kurdistanê, berpirsiyariyeke giran dixwaze. Dijminê ku nehêlibe em di welatekî aram de bixwînin, emê jiyanê jê re bikin dojeh. Emê pênûs û sîleha xwe bikin yek û dijmin poşman bikin. Dîsa em bang li hemû xwendekarên Sûrî dikin ku werin û welatê xwe biparêzin. Heta ku em welatekî azad û aram ava nekin, wê xwendina me ne serkeftî be.
BIJÎ BERXWEDANA QSD.
BIJÎ BERXWEDANA ROJAVA.
BIJÎ BERXWEDANA YPJ.