TÎŞRÎN – Şervanên QSD û YPJ’ê ku ji 8’ê Kanûnê ve li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bedena xwe kirine mertal, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bendava Tişrînê û li herêma Pira Qerekozak şikandin.
Gel ji 8’ê Çileyê ve ji bo parastina xaka xwe gihişt bendava Tişrînê û nobeda berxwedanê da destpêkirin. Tevî bomberdûmana dijwar a hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a ji aliyê balafirên şer û balafirên keşfê yên li ser Bendava Tişrînê, gel qada nobedê terk nekir tekoşîna xwe berdewam kir.
Ciwanên ku li Tişrînê li gel gel nobetê girtin, der barê pêşketin û berxwedana dîrokî ya li Tişrînê de ji ajansa me re axivîn û peyama têkoşînê dan.
Berdevkê Meclisa Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê Çiyager Şahîn di axaftina xwe de diyar kir ku bûyîna di Bendava Tişrînê de hesta tolhildanê ye û gel hestên tolhildanê û têkoşînê dide berdewam kirin.
Şahîn, diyar kir ku di Bendava Tişrînê de av, ax û xwîn bûye yek û got, “Eger li cihekî av, ax û xwîn bûye yek, wê derê ti carî nakeve. Li ser vê bingehê Bendava Tişrînê bûye keleha berxwedanê. Em ê li ser vê bingehê heta dawiyê bendavê biparêzin, ji ber ku ev der bûye nasnameya gelê Bakûr û Rojhilataê Surî.”
Çiyager Şahîn da zanîn ku li Bendava Tişrînê dîrok hatiye nivîsandin û got, “Ez bang li hemû ciwanên welatparêz û şoreşger dikim; Bila axa xwe biparêzin. Cihê ku bi Şerê Gel ê Şoreşgerî tê parastin, qet ne pêkan e bikeve. Ya kuvir de tê parastin rûmet e. Em rûmeta xwe xwedî derbikevin. Em xwedî şerwanên xwe yên azadiyê derbikevin.”
Amîr Hawar, anî ziman ku heta dilopek xwîna wan nemîne ew ê li pişt şervanên QSD’ê bisekinin û got, “Me îro ev biryar girt; yan em ê li vir hilweşin an jî em ê bi ser bikevin. Yekane gava li pêşiya me ev e. Me ev gav avêtiye û em ê ji vê gavê venegerin.”
Hawar xîtabî raya giştî û dewletên derve kir û got, “Li vir seyareyên gel û sivîl dikin hedef. Hevalên me beriya du rojan şehîd bûn.”
Amîr Hawar di dawiya axaftina xwe de şervanên li eniyên şer li berxwe didin silav kir û got, “Gelê li vir her tim li pişta we ye. Bijî berxwedana QSD’ê.”
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişlo Dijwar Erdal di axaftina xwe de diyar kir ku moralê gel û ciwanan bilind e.
Erdal da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û keşfê bi dijwarî êrîş dike û got, “Dijmin nikare berxwedana gel û QSD’ê li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî bişkîne. Dijmin 40 sale jî nikare derbasî van xakên pîroz bibe.”
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bang hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kir û got, “Werin tevlî hêzên QSD’ê bibin. QSD rûmeta me ye. Em jî weke ciwan li pişt gelê xwe û hêza xwe ne. Bi dehan ciwan tevlî nava QSD’ê bibin û rûmeta xwe biparêzin.”