BEHDÎNAN- Bîranina Kurdîstan Heftanîn bi Rêber APO re
“Navê min Kurdistan paşnavê min Heftanîn, beguman nas kirina min ya parti salên direjin.
Malbat welatparêze û behtir bi zanistekî Kurdî me mezin dikirin. Bi taybetî zarokatiya me bi bîranîna Leyla Qasim derbas dibu û dikarim bêjim ku bandoriyek mezin ya kesayet li ser min de çêdibû. Min digot jinekê Kurd li hemberî rejîma Saddam çawa dikare ber xwe bide û serhildêr bibe. Tişte ku hişt ez tevlî Partî bibim, biryara partîbûne ez bidim bûyerên ku derdorê me di qavimîn bû, ji ber em metropole Tirkiye mezin bûn. Bûyerên ku çedibûn taybet ferq û cûdatî xistina navbera Kurd û Tirkan da, bandoreyekî pir neynî li ser min de dikîr. Taybet dema ku heval dihatin mala me û dîmenên Rêbertî di akademiya Mahsum Korkmaz de nîşan didan ew min ber bi nasnameya Kurditî dibir. Taybetî dema şehadeta hevalan û heqaretek ku faşîstên Tirk li cenazeya hevala dikirin bandorek mezin di min de çêdikir û pirsên min zedetir dibû. Dawî de di Newroza sala 1992 tevibûna min çêbû û li Heftanînê derbasî qampê bûm.
Her tim xwesteka min ya çûyûna saha Serokatî hebû. Her tim ji hevalan re min pirs dikir kû “Kengî dikarim biçim saha Serokatî?” heval jî digotin dema tu pêşbikevî tuyî biçî. Min jî digot “Ma pêşketin çawaye?” heval digotin “Her tişt guhdar bike. Çi danîne pêşiya te ne bêje na, bi demê re tu pêş bikevî.”
Pişt vê ji ber dîtina Serokatî min ji bo her tişt destpêk peşniyar dikir. Raste zehmetî, serma û berf zor bû û em jî ji metropola Tirkiye hatibûn û hêsan nebû ji dinyayek biçî dinyayekê dîtir. Lê belê hezkirina Kurditî û ditîna Serokatî her tişt hêsan dikir. Min her hevala pirs dikir ku “Serokatî çawaye? Çawa jiyan dike? Mirovekî çawaye?” ji ber meraqa min hevalên ku ji saha Serokatî dihatin weneyekê biçuk dane min. Bê ku ez bizanibim Serokatî bixwînim tenê bi weneyekî eşqêkî mezin di min da çêbû.
Dema Kongreya 5’êmîn de ez derbasî saha Serokatî bûm, wê demê ez di çalakîyek di Heftanîn da birîndar bûbûm û serê min band kirîbû û çavekê min giran birîndar bû. Ji ber wê ji bo tedawî me şandin Şamê. Piştî tedawî derbasî saha Serokatî bûm lê belê her kêlî kû ez nêz dibûm heyecana min jî bo dîtîna Serokatî zêdetir dibû. Min her xeyalê xwe da wi rojê didît ku Serokatî bibînîm, niha xeyala min pêk dihat. Dema ku em gihiştîn nêzî sahaya Rêbertî heyecana min zêde û zêdetir dibû.. Em gihîştîn sahê û derbasî mekteb bûn û hema bi rêz em 5 hevalê jin piştê de rûnîştîn û kes ji me nefikrî biçîn pêşî de rûnîn. Heyecana min her zêde dibû û laşê min zêdetir germ dibû. Di kêlî da hevalêk hat û got Rêbertî hat, û me dît Rêbertî ket hûndire mekteb e. Wê demê rastî jî kêm ma bû ji heyecanê dilê min bisekine û min ji xwe re digot Kurdistan aram be. Çawa Rêbertî me dît got “Kadın arkadaşlar öne gelsin” (Hevalên jin bila werin pêş) û rêzek hevalên xort ji pêşî rabûn û em çûn rûnîştin.
Serokatî yek yek hevala radikir û dipirsî hûn kîne? Kû derê mane? Kengê tevlî bûne? Dawî da jî digot “Hûn tiştek bêjin?”. Dema kû rêz hat min, ez rabûm û min sîcîle xwe da û hemû pirsan bersivand. Serokatî got “Tu Serokatî çawa nas dikî?” min jî got “Bi sûret (wene).” Serokatî got “Yanî çend salê tu li ser çîyayê Kurdistanê bi suret re berxwe dide?” Min got “Raste Serokê min” û fikirî, fikirî piştre got “Te çima min nexwendiye?” Min got “Xwendin, nivîsandina min nîne” got “Te nexwendiye yan malbat te neşandiye?” min got “Malbat feodalê, em 3 xwişk û 4 birane lê belê me zarokên keç qet nexwendiye” got “Lê belê heval wisa nabe ger tu dixwazî bi min re jîyan bikî pêwîste tu min bixwînî, nas bikî tenê sûret têrî nake” û got “Tû dixwazî xwêndin û nivîsandin hîn bibî?” min got “Raste Serokê min”, 3 hevala dîyar kir kû her roj xwendin nivîsandin hînî min bikîn û got “Ez jî denetim bikim ger fêr nebî emê hesab bixwazîn gereke tu wir fêrî xwêndin nivîsandin bibî û pişt re biçî çiya.” Ez bi saya Serokatî ferî xwendin nivîsandin bûm û karê min ya destpêki Serokatî xwendin û fem kirin bû.”